1. li gel eyaz yûsiv zaxoyî mezintirîn hunermendê şoreşa başûr bû, di sala 1957'an de li bajarê zaxoyê ji dayik bûye. Ji ber rewşa dijwar a jiyana wê demê wî nekarîbû xwendina xwe temam bike. Li sala 1978'an yekem kaseta xwe derxist. Paşî bû pêşmerge û li gel pêşmergetiyê jî berdewamî bi hunerê da û çend berhem û kaset çêkirin. Wî çendîn stranên şoreşgerî çêkirin ku ta niha jî ew stran pirr tên guhdarîkirin. Helbet ji ber ku çêkirina kasetan li çiya gelekî bi zehmet bû û ji ber ku Erdewan dixwest hunera xwe pêş bixe û bigihîne hemû gelê kurd, wî gelek hewil dan ku xwe bigihîne ewropa. Lê derfet çênebûn û pêwîst bû ew pasportek iraqî derxîne. Lewma ew careke din vegeriya bajarê Zaxo û mijûlî çêkirina pasporta xwe bû. Lê dîsan wî dest ji hunerê berneda û xwe weke pêşmerge hesab dikir û li hemû şev û ahengan de, li Kurdistanê û li Bexda jî. |
|
27.10.2013 22:13 |
zero
|
2. Erdawan û Eyaz zaxoyî - govende |
|
05.04.2016 01:00 ~01:06 |
bûtîmar
|
3. min ev strana wî di zarok tv de dît û min çi qa lê gera!! û min dît! û hûn jî guhdar kin: |
|
16.01.2018 20:29 ~20:31 |
xwelî li ser
|
4. Ev strana li jor ku erdewan zaxoyî bi dengê xwe yê hêjayî hemî malê dinyayê distre û ji ber wan stranan bi canê xwe bedel daye ji aliyê xwenezanekî diz ku navê vî aşiq elî siltan e hatiye dizîn. Awaza vê stranê wekî malê xwe bi kar aniye û li ser helbestê pîr siltan evdal ê bi navê dostum dostumê daniye. Biya min bernavê xwe wek hırsız biguherê hêj realîst bê. Bi nav û kesayetiyê xwe heqareteke mezin e ji navê elî yê re. Giramiya bernavên aşik û sultanê bi kesayetiyê xwe yê qirêj kêm dikê. Elî li ku te li ku. |
|
24.08.2019 09:34 ~09:55 |
bilbilê dilkul
|
5. (bnr: erdewan zaxolî) |
|
05.03.2022 15:32 |
mihemedcan
|
6. erdewan elî |
|
14.01.2024 01:57 |
çaya germ
|
7. xwedê gelek derd dane |
|
14.01.2024 23:32 ~2024.01.15 15:51 |
çaya germ
|
zwilling [1] |
|
epîdîdîmît [1] |
|
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1] |
|
tirşik forûm [1] |
|
03/05/2024 serdana waliyê hewlêrê omîd xoşnav bo şaredariyên bakurî [2] |